Zimanê mazenderanî
Xuyakirin
| Mazenderanî | ||
|---|---|---|
| Mazänderuni مازرونی Tabäri تبری | ||
| Welatên lê tê axaftin | ||
| Herêm | Mazenderan | |
| Axiverên zimanê zikmakî | Nêzîkî 3-4,5 milyon | |
| Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
| Awayên kevn | ||
| Sîstema nivîsê | Tîpên erebî | |
| Kodên zimanî | ||
| ISO 639-3 | mzn | |
Cihê mazenderanî li Îranê | ||
Mazendaranî an jî tebarî zimanek e ku li herêma Mazenderan a Îranê diaxivin. Ew yek ji şaxên Hind û ewropî û dikeve zimanên îranî yên bakurê rojavayê.
Çavkaniyên mazendaranî yên nivîsî heta sedsala 10'an diherêye. Îroj ew bi alfabeya farisî ya erebî tê nivisîn.
Mazenderanî bi zimanê gîlekî ve nêzî hev in. Bi bêjeyan navbera wan de hevşibiyeke mezin heye. Zimanê mazenderanî di bin bandora zimanên din ên wek tirkî û erebî de nemaye.
Hejmara mazenderanîaxivan nezî 3 milyon e. Mirov dikare wî wek Qedîkûlahî û Pelanî para du zaravayan bike.[çavkanî hewce ye]
Hilsengandina mazenderanî ligel kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Mazenderanî | Kirmanciya Başûr (soranî, kelhûrî, gerrusî) |
Kirmanciya Bakûr (kurmancî) |
Kirmanckî | Hewramî |
|---|---|---|---|---|
| sirê | mal, xanû, hoz | mal, xanî | keye | yane |
| varêş | werişt, waran | baran | varan | waran |
| gettimar | dapîr, nenik | dapîr | dapîr | dêde gewre |
| çêş | çaw, çew | çav, çev | çem, çim | çem |
| vek | (qor)waq | beq | beq | weq |
| beutên | witin | gotin, bêtin* | vaten | watey |
| hakordên | kirdin | kirin | kerden | kerdey |
| xirnên, xiynên | xwardin | xwarin | werden | wardey |
| rîka | kurr, law | kurr, xort, law | xort, laj | kurr |
| get | gewre, ket | girs, mezin | girs, pîl | gewre |
| Wa | wa, ba | ba | va | Va, Wa |
| gi- | wêj-, wîş- | bêj- | va(j)- | waç- |
| xir-, xiy- | xwe- | xwe- | we- | wer- |
| afto | xwer, roj | roj | roj | rocyar |
| xêr | hewr | ewr | hewr | ewr, hewr |
| nêmaz | niwêj, nimêj | nimêj | nimaj | nima |
| vaş | gîya | gîya | vaş | gîya |
| cûn | gîyan | giyan, gihan | gan | gîyan |
| xên | xwên | xwîn | gûnî | wûnî |
| seg | seg, sipe | se, kuçik | kutik | tute |
| bîrînc | birinc, berze* | birinc | riz | birinc |
| tê num | nawî/namî to | navê te | namê to | namo to |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wîkîpediya bi Mazandarani
- Websîteya fermiya bo standardî kirina Mazenderanî Girêdana arşîvê 2007-10-08 li ser Wayback Machine
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |